Kurdi

ALaricaniLawan: Serokê Meclisa Îslamî ya Îranê ragehand ku, bi aliyê kêm ve 18 milyon Îranî akinciyê qirax bajaran (Haşiye nişîn) in û digel xisarên civakî ên weke “Telaq”ê berbirû ne.

 

Nawenda nûçegihaniya Tesnîm’ê ji ziman Elî Larîcanî ve ragehand ku, berê me hinek arîşe hebûn ku asteng bûn liser rêya piştevaniya ji hinek beşên civaka Îranê, û serbarê vê ku em hez dikin piştevaniyê ji wan bikin, lê nebûna çavkaniyên hewce bûne sedem ku em nekarin pêngavên hewce div ê derheqê de avêjin.

Elî larîcanî yek ji arîşeyê welatê Îranê bi hebûna 4 milyon pêrsonêlên îdarî da zanîn û ragehand ku, “Mixabin ew rêjeya pêrsonêlan digel hewcehiyên Îranê hevdu nagirin, û ew pêrsonêl jî, ku bê bername hatine damezirandin, xwediyê hinek çavnihêriyên weke mafên despêkî, zêdekarî û xanenişîniyê ne, û di hember de jî çavkaniyên vê yekê hêj di Îranê nehatine dîtin.

Larîcanî div ê derheqê de zêde kir ku 78 %ê ji çavkaniyên Îranê div ê derheqê de tên mezaxtin, lewra karên awedankirin û geşekirin û berhemanînê, digel arîşeyên mezin berbirû bûne.

Serokê Meclisa Îslamî ya rejîmê herweha lidor xisrên civakî eşkere kir ku, heya pêkhateya aboriya Îranê enfilansyona heyî, nehê çareserkirin, dahata serane ya malbatan nahê guherîn, jiber ku 18 milyon kes ji nifûsa Îranê akinciyê qirax bajaran in, û digel arîşeyên weke “Haşiye Nişînî û telaqê berbirû ne, wate tenê bi yasa û belavkirina bexşnameyan arîşe nahên çareserkirin.

 

 

A Mihemedsalih QadriHerwekî ku em agehdar in, roj nîne ku bi sedema siyasetên dijminkarane ên rejîma Komara Îslamî, gelê Kurd li Rojhilata Kurdistanê berbirûyê girtin, kuştin, bidarvekirin, ketina li ser mayînên çandî (mînên veşartî) ên rejîmê û maddeyên hişber, bêkarî, destengî, xemokî û destdirêjiya li ser kerameta keç û jinên Kurdistaniyan, û zext û givaşa dem û dezgehên ewlekarî û ajanên vê rejîmê nebin. 

Kovara Yalsaratlawan: Berdevkê Wezareta Çandê bi tundî dezgeha Dadweriyê rexne kir, ku cardin îzna belavkirinê daye heftenameya “Yalsarat”ê. 

13720534 10157101444080375 922499572 oYêkitiya xortên demokrata Kurdistana Îranê li gel partiya demokrata Kurdistana îranê Roja çarşembî yê 13ê tîrmeh a 2016 an civînek ji bo 27 emîn salvegera terora rêberê şehîd, Dr. Qasimlo û hevalên wî û rêzgirtin li şehîdên xebata nû ya PDKÎ ji Rojavaya welatê Kanada, bi rêve birin

Rêûresima şeva Yelda, 85’emîn salvegera jidayîkbûna Dr. Qasimlo ji aliyê Yekîtiya Ciwanan ve hate lidarxistin.shewi yelda. lawan 94 21