photo 2019 01 24 19 02 57

 
Lawan Media: Saziya Çavidêr a mafê Mirov a Sûriyê ragehandiye, di bomberana artêşa Îsraîlê a roja Dûşemî, ya bo ser binkeyên leşkerî yên Spaha Pasdaran a terorîst  yên di nav axa Sûriyê de aliyê kêm 22 hatine kûştin û 12 kes ji wan kûştiyan endamên Spaha pasdaran in. 
 
Li gora raporta wê saziya mafê mirov, 6 kes ji wan kûştiyan jî serbazên Sûriyê ne.
"RAMÎ ABDÛLLREHMAN" Berdevkê wê saziyê di gotûbêja digel Nûşegihaniya Firansayê de  daye xuyakirin ku texmînê tê kirin ku hejmara kûştiyan zêdetr bin..
 
 Saziya Çavdêr a Mafê Mirov li sûriyê herwisa ragehandiye jî ku bi sebeba  êrîşa Îsraîlê, Embarên çek û teqemî û binkeyên leşkerî yên Îranê yên li sûriyê derbên giran xwarine. 
 
Îsraîlê hişdarî ji Sûriyê de daye da ku xwe ji encamdana çalakî û toesitadina  lidijî ax û hêzên wan xwe biparêzin.
 
Îsraîlê di heyama sala 2017 an şûnda  bi hizarha carî, binkeyên leşkerî yên hêzên Spaha  Quds a terorîst a Îranê li sûriyê  kiriyee armanca bombeyên xwe.
 
Herwisa "Ezîm Nesîr Zadê" Fermanderê giştî yê hêza esimanî a artêşa a Îranê li 21 ê Rêbendana 2019 an de gotibû: Ciwanên hêza Esimanî bê sebirane û bi hemû qaveta xwe amadene ye da ku lihemberî Îsra`îlê de şer bikin û wî welatî jinav bibin.