photo 2019 01 19 20 27 47

 

 
Di komara Kurdistanê de ku yekem kiyana kurdî di nav axa van de ava bibû, ew desthilat yekem car li ser axa kurdan li rojhilata Kurdistanê bi ser destê Partiya a Demokrat a Kurdistana Îranê ku bi pêşengî û rêberiya pêşewayî Kurd “Qazî Mihemed” wekî Komara Demokratîk a Kurdistanê di 22ê Çileya 1946an, li bajarê Mehabad a Kurdistana Rojhilat, hate avakirin. 
 
Di wê ser demê de rolên qad û texên civaka kurdistanê bo birêveberî û xwedî derkevtin li wî komarê em dikarin îşare bi rola ciwanan bikin. Ciwan wekî bingeh û nûjîna civakê hertim rolekî bandordar hebûye ji bo nav pêşweçûyîna armancên neteweyekî, ciwanên Kurd jî her bi wê qasî hertim roleke serekî di bûyerên Kurdistanê de hebûne, lewma desthilata komara kurdistanê hizir bi rola ciwanan kirbû û “Yekitiya Ciwanên Kurdistanê” ava kir. 
 
Desthilata Komara Kurdistanê li ser esas û rola girîng a ciwanan çend pêngavên erênî ji bo geşekirina ciwanan avêtibû, wek birina sere ya  astê hişyariya ciwanan, geşandina hesta neteweyî, perwerdehiya akademî, bo mînak dana borsa xwendinê û şandina ciwanan bo welatên biyanî, û perwerdekirina ciwanan bo birêveberina karûbarên îdarî yên hikûmetê. 
 
“Yekitiya Ciwanan” di serdemeke pir hestiyar û bi hewce de hate avakirin, bo komek armancên demdirêj, ku dibe hemû xelk û ciwanên Kurdistanê şanaziyî bi wê rêkixistinê bikin ku bo yekem care di “Komara Kurdistanê” de hatibû avakirin, rêkxistinek ku di wî serdemî de jidayîk dibe û di bin sîbera Komara Demokratîk a Kurdistanê de karên xwe yên rêkixistinî birêve dibe. 
“Pêşewa Qazî Mihemedî” zana, dûrbîn û rewşenbîrê gelê me baş dizanî ku nirx dan bi ciwanan, nirx dan bi pêşveçûyîna civak û pêşeroja welat e, her li ser wê bingehê jî bû ku piştî avakirina “Komara Demokratîk a Kurdistanê”, bo pêşve birina kar û erkên civakê wê tex û beşek ji kar ji nava civakê de û beşdarî ya wan di komarê de, Paş çend rojan piştî avakirina Komarê, her di 30ê Çileya Pêşîn a 1946an “Yekitîya Ciwanên Demokrat a Kurdistanê hate avakirin. Yekitîya Ciwanên Demokrat her li wê serdemêd de gellek erk bi stûyî xwe girtibû, bo mînak, nasandina ciwanan ji bo maf û daxwazên ciwanan di nav civakê de û bilindkirina hesta netewayî  a ciwanan, her wisa nasandina ciwanan bi xwendin û nivisîna zimanê Kurdî , pêgehandin û perwerdekirina li barê cor bi cor, her di wê serdemê de bo govara "Hawarî Nîştiman" weşand û ciwanên kurd dest bi kar bûn. 
 
Yekitîya Ciwanên demokrat gellek zehmetî û dijwarî dîtin e lê, dev ji karê xwe bernedan, û hertim berdewambûn e, û herwisa rêberê mezin û aştî xwaz yê Kurd şehîd Dr.Qasimlûyî nemir di rêkxistineke de wiha de bûye  û dewrên perwerdehiyî derbazkiribû û hetya gihîştibû bi asta rêberîkirina neteweyekê.
 
keyhan mihemed nijad