photo 2018 12 15 21 00 20

 

 
Lawan Media:  “Recep Tayyip Erdoğan” serkomarê Turkiyî di 21ê Sermawezê  de da xuyakirin ku:  Di pêşerojê de artêşa Turkiyî bo ji navbirina hêzên “Yekîtiya Parastina Gel” (YPG)  wê ev biçin bo  nav rojavaya bajarê  “Minbicê” û wî bajarî wê dorpêç bikin.
 
Rojek piştî axavtina “Recep Teyyip Erdogan”, Shane Robertson” Berdevkê Wezareta Berevanî yê Amerîkayê dazanîn ku,ew  êrîşa artêşa Turikiyê bo ser Bakûrê Sûriyê pesend nakin, ji ber ku di wan herêman de, binkeyên hêzên leşkerî yên Amerîkayî hen e.
her di vê pêwendiyî de, Berdevkê “The Pentagon” got ku: Ew merema  Turkiyê ya derheq Bakûrê Sûriyê de fêm dikin lê,  hêzên Sûriya Demokratîk, di şerê li dijî  girûpa terorîstî ya “DAÎŞ”ê  de hevpêymanê Amerîkayê ne.
 
Roja Înê 23ê Sermawezê, “Recep Tayyip Erdoğan” serkomarê Turkiyî,  dîsan derbara êrîşkirina bo ser bajarê Minbica girêdayî Sûriyê axavt lê, wekî berê neaxavt ku çavan û çi demî wê êrîşî ser wî bajarî bikin.
 
Hêjayî basêye ku, di rewşeke wiha de jî ku Wezareta Karê Derve yê Amerîkayî îzina êrîşkirina bo ser bajarê Minbicê neda,  “Recep Tayyip Erdoğan” bêhêvî nebû, û di pêwendiyeke telefonî de, digel “Tramp” serkomarê Amerîkayî di vê derbarê de axavt lê, “Donald Trump” wî got ku dawyî bi wî karê xwe bînên û dev ji vê biryarê berdin.
 
Piştevanîkirina Amerîkayî ji hêzên Sûriya Demokratîk (YPG), serekîtirîn arîşeya siyasî ye di navber dewleta Turkiyî û Amerîkayî de tê zanîn.
Amerîkayî, hêzên Sûriya Demokratîk (YPG)ê, girîngitrîn hêz di şerê lidijî girûpa terorîstî a “DAÎŞ”ê dizane, çimkû hêzên “Yekîtiya Parastina Gel” (YPG)ê bajarên wekî Reqa, Minbic û gellek cihên din yên axa Sûriyê di destê girûpa terorîstî a “DAÎŞ”ê de dexistin.